Çîn: Heger destwerdan çêbe, em ê hêza leskerî bikar bînin!

Çîn: Heger destwerdan çêbe, em ê hêza leskerî bikar bînin!

PeyamaKurd -  Berdevkê Partiya Komînîst a Çînê Sun Yeli, di vekirina 20emîn Kongreya partiyê de, derbarê bikaranîna hêzê ji bo çareserkirina kêşeya Taywanê daxuyanî da.

Sun Yeli got ku ew dê li dijî aliyên ku serxwebûna Taywanê dixwazin û destwerdana derve dikin têbikoşin û destnîşan kir, “Em soz nadin ku em ê hêzê li dijî Taywanê bikar neyînin.”

Herwiha Yeli diyar kiriye ku ew piştevaniya wê yekê dikin ku Taywan ji nû ve bibe parçeyekî Çînê û heger destwerdaneke leşkerî bibe jî ew ê ne li dijî gelê Taywanê be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin