PeyamaKurd- Li welatê Kanadayê li bajarên Edmonton, Toronto, Winnipeg, Okanagan, Moncton, Calgary, Saskatoon û Halifax ê weka tevgera li Fransayê xwepêşandêrên “êlek zer” ketin nava tevgerê.
Ev jî pirsa ‘gelo tevgera “êlek zer” an xwe gihand heya Kanadayê’ tîne bîra mirov. Li payîtexta eyaleta Nova Scotiayê, li derveyê şaredariya payîtext Halifaxê, grûbekî “êlek zer” civiyan û peyamana Koçberiya Kureyî ya Neteweyên Hevgirtî perotesto kirin ku Kanada yek ji wan dewletan bû îmze danîbû binê peymanê.
Rêvebirê tevgera “êlek zeran” James Hoskin rexneyên tund bo hukumeta serokwezîr Justin Trudeau kir û weha got:
“Hukumeta me tenê dengê wan kesên ku jimara wan gelek kême lê ku bi dengê bilind diaxifin, dibihîze. Lê divê serokwezîr li ser navê piraniya xelkê biaxife.”
Li eyaleta Alberta jî li payîtexta Edmontonê “êlek zer” axifîn û peymana koçberiyê protesto kirin. Li eyaleta Monitoba li payîtexta wê li Winnipegê jî xwepêşandan çêbûn lê li ser pişta êlekên wan “Xayîn Trudeau” dinivîsan û bala herkesî kişand.
Li 8 bajarên Kanadayê xwepêşandan çêbûn û belav bûn. Polîs mudaxeleyê xwepêşandêran nekir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin