PeyamaKurd – Hat ragihandin ku deriyê sînorî yê Perwîzxanê yê li herêma Germiyan tevî biryara qedexeya çûnûhatinê ya geştyarî, îro 27ê Kanûnê ji çûnûhatinê re hat vekirin.
Qeymeqaê Qesr Şîn a parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ragihandiye ku piştî 24 saetan girtina deriyên Perwîzxan li ber geştiyaran, îro dîsa derî hatiye vekirin û niha geştiyar dikarin çûnûhatinê bikin.
Qeymeqamê Qesr Şîrîn Mirad Elî Tatar, ji ajansa fermî ya Îranê re ragihandiye, îro ew şahidê çûnûhatina geştiyaran bûne di deriyên Perwîzxan û Xusrewî de.
Hêjayî gotinê ye, rêveberê Deriyê Sînorî yê Başmaxê li Merîwanê jî ragihandibû ku bi hewla Konsolxaneya Îranê û bi biryara Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, deriyê sînorî yê Başmaxê hatiye vekirin, lê belê Rêveberê Gumriga Başmaxê yê Herêma Kurdistanê, Şaxewan Ebdulla li ser vê yekê gotibû, qedexe berdewam e û derî li ber geştiyaran nehatiye vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin