Li Kurdistanê di roja cîhanî ya rûbirûbûna madeyên hisber de çalakî tên lidarxistin

Li Kurdistanê di roja cîhanî ya rûbirûbûna madeyên hisber de çalakî tên lidarxistin

PeyamaKurd - Di roja cîhanî ya rûbirûbûna madeyên hişber de, li ser asta Herêma Kurdistanê çend çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Ew yek di demekê de ye, ku li gor amarên fermî, rêjeya bikaranîna madeyên hişber li Herêma Kurdistanê zêdetir bûye.

Di roja cîhanî ya rûbirûbûna madeyên hişber de, li ser asta Herêma Kurdistanê dê çend çalakiyên cor bi cor bêne encamdan. Yek ji wan çalakiyan li Hewlêrê dibe û Konferansa Afetên Madeyên Hişber e, ku biryar e îro li Hola Şehîd Seid Ebdullah bi amadebûna Wezîrê Ewqafê yê bi wekalet û Wezîrê Tendirustî û hejmarek berpirsên hikûmetê û rêxistinên taybet bi vî warî were lidarxistin. Konferans ji aliyê Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê ve û bi hevkariya li gel Wezareta Ewqaf a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye organîzekirin.

Herwiha di berdewamiya çalakiyan de biryar e her îro demjimêr 17:00an Rêxistina Rewşenbîrî û Hoşyariya Dijî Madeyên Hişber, li Navenda Rewşenbîrî çend çalakiyan saz bike, ji wan jî vekirina pêşangehekê û nimayişkirina çend posteran ku têde derbarê madeyên hiçber d eagahî û hoşyarî têne dayîn.

Çalakiyên taybet bi roja cîhanî ya rûbirûbûna madeyên hişber ku biryar e îro li Silêmaniyê bêne lidarxistin, dê ji saet 11:00ê ve destpê bike û dê li Ofîsa Silêmaniyê ya Parlamentoya Kurdistanê konferanseke rojnamevanî were sazkirin û têde tê encamên vê kempîna hişyarkirinê were ragihandin ku pêştir ji aliyê rêxistineke civaka sivîl ji bo hişyarkirina xelkê bi alîkariya Asayişa Silêmaniyê destpê kiribû. Herwiha dê amareke hûr jî derbarê bikarhêner, bazirgan û hejmara kesên ku ji ber bikaranîn û bazirganiya bi madeyên hişber hatine girtin, were ragihandin.

Herwisa îro biryar e demjiêr 16:00 li Hotel Titanic panelek derbarê roja cîhanî ya rûbirûbûna madeyên hişber de bihê sazkirin.

Li gor zanyariyan, rêjeya bikaranîna madeyên hişber li Herêma Kurdistanê sal li pey sale zêdetir bûye. Li gor daneyên fermî di şeş mehên yekem ên îsal de, nêzîkî hezar kes bi tometa bikaranîn û bazirganiya bi madeyên hişber hatine girtin.

Netewên Yekgirtî roja 26ê Hezîranê weke Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişber û Bazirganiya bi Madeyên Hişber nav lê kiriye û her sal di wê rojê de li seranserê cîhanê çalakî tên lidarxistin. Netewên Yekgirtî derbarê bikaranîna madeyên hişber li cîhanê de, raportek belav kiriye.

Li gor amarên NY, ji her 20 kesên ku li cîhanê dijîn, kesek madeyên hişber bikar tîne û salane bi dehan hezar kes jî ji ber bikaranîna wan madeyan canê xwe ji dest didin. Li gor heman raporta NY, nêzîkî 14 milyon zarok ji seranserê cîhanê madeyên hişber bikar tînin.
 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin