PeyamaKurd – Agir ji do de bi Qamirgeha Nihêlê ya li bajarokê Geverê yê ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ve ket. Bi dehan cûreyên teyrikan li Qamirgehê dijîn û şewat hîn berdewam dike.
Heta niha agir nehatiye vemirandin, dûmana ku ji qamirgehê derdikeve ji Gever û gundên wê jî tê dîtin.
Welatiyên gundê derdorê, ji aliyê Şaredariya Geverê hatiye agahdarkirin û tîmên Berevaniya Şaristanî gihiştine cihê bûyerê. Hewl û xebatên tîmên agirvemirandinê berdewam in û tîmên Rêveberiya Daristanan a Colemêrgê jî hevkariya wan dikin.
Tê gotin, agir li nav qamirgehê bi xwe derketiye û ji ber çiravê wesayît nikarin midaxele bikin. Li gel ku tîman tedbîrên ewlekariyê wergirtine, lê agir berdewam e û qamirgeh dişewite ku bi dehan cûreyên teyrikan lê dijîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin