PeyamaKurd - Balyozê Iraqê yê li Tirkiyê ragihand ku zêdeyî 142 hezar penaberên îraqî li Tirkiyê dijîn ku piştî êrîşa terorîstên DAIŞê reviyane.
Balyozê Îraqê li Tirkiyê Hesen Cenabî got: "Hejmara penaberên îraqî li Tirkiyê, yên ku ji aliyê Komisyona Bilind a Penaberan ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye tomarkirin 142 hezar û 600 in."
Herwiha da zanîn ku hejmara wan penaberên di du salên borî de li ser xwesteka xwe vegeriyane Iraqê gehiştiye nêzîka 7 hezar û 500 kesan.
Hesen Cenabî teqez kir bi hemû awayekî hevkariya wan penaberên Iraqî dikin ku dixwazin vegerin welat.
Piştî kontrolkirina rûberekî berfireh ê axa Iraqê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve di naverasta sala 2014an de, bi sed hezaran Iraqî koçber bûn û ber bi Tirkiye û welatên din ên cîhanê çûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin