PeyamaKurd - Serokê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ji Partiya Demokrat Nancy Pelosî derbarê “Qirkirina Ermenan” de ku li Meclîsa Nûneran a Amerîkayê hat pejirandin axivî û êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) bi bîr xistin.
Pelosî got, “Êrîşên dawî yên artêşa Tirkiyê li dijî gelê kurd di dema me de xeteriyekê bibîr dixe” û diyar kir, îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gelê kurd jî heman qirkirin tê dubarekirin.
Pelosî li Meclîsa Nûneran ev axaftin kir:
“Birêz axaftvan, bi armanca komkujiyeke herî hovane ya sedsala 20an bibîr bînim ez jî tevlî hempîşeyên xwe dibim û radibim ser piya. Împaratoriya Osmaniyan ji milyonek û nîv zilam, jin û zarokên ermenî bi awayekî sîstematîk qetil kir.
Bi awayekî trajedîk komkujî pêk hat. Ev sûcê mirovahiyê yê dubare pêk anîn, hat înkarkirin. Îro em di bin sîwana Meclîsa Kongreyê de heta dawiyê em pir eşkere bînin ziman. Komkujiya li dijî gelê ermen pêk anîn ji bilî qirkirineke hovîtî ne tiştekî din e.
Wekî ku çavdêrên navnetewî yên wê demê nivîsandibûn, ev yek kampanya tunekirina nijadekî bû. Em endamên kongreyê yên azadîxwaz pêwîste em vê berpirsiyariya xwe ku em qirkirinê ji bîr nekin bînin cih. Heke em dîrokê ji nedîtî ve werin, dê xeletiyên li pişt me mane dê teqez dîsa dubare bibin.
Êrîşên dawî yên artêşa Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd di dema me de xeteriyekê bibîr dixe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin