Demirtas: Pêvajo bi ser biketa ez nedibûm terorîst!..

Demirtas: Pêvajo bi ser biketa ez nedibûm terorîst!..

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş, îro 25ê Nîsanê di roja duyemîn a parastina xwe de, li pêşberî dadgehê Enqerê ya Sîncanê bi beşdarbûna SEGBISê ji Girtîgeha Edirneyê berdewam kir.

'AŞTÎ PÊK BIHATA NE LI EYWANA DADGEHÊ BÛM'

Demirtaş bal kişand ser hewldanên dema pêvajoya aştiyê ku bi ser neketibûn û got, “Min berê jî got; heger aştî pêk bihata ez ne li eywana dadgehê bûm. Lê belê piştî hevdîtin hilweşiyan, wekî terorîst ez hatim girtin. Gelo ev rewş li berjewendiya Tirkiyê ye? Nexêr. Li berjewendiya AKPê ye.”

'DEWLETÊ EM 23 CARAN ŞANDIN ÎMRALIYÊ'

Demirtaş got, “Niha ji bo ku min gotiye ‘Brêz Ocalan’ û ‘Bila hevdîtinê ligel wî bikin’ tême darizandin, lê hêzên ewlekariya peravên dewletê, 23 caran şandeya partiya min bixwe birin Girava Îmralî ya Marmarayê. Di heşt hevdîtinan de ez bixwe jî hebûm.”

'BI TIŞTÊN KU MIN NEKIRINE TÊME TAWANBARKIRIN'

Selahattîn Demirtaş derbarê axaftina xwe ya Newroza 2012an a Amedê ku bi sedema ‘hewl nedaye dengê sloganan were birîn’ tê tawanbarkirin wiha got:

“Ez di vê fezlekeyê de di dema axaftina xwe ya Newrozê de, bi tiştên ku min nekirine tême sûcdarkirin. Ew jî asteng nekirina qêrîna diruşman e. Ne hedê dozger e ku min wekî karmendê xwe bihesibîne.”

'HIŞTINE KU DOSYE NEYÊ FÊMKIRIN'

Demirtaş di berdewama parastina xwe de delîlên dosyayên tawanbarkirinê yên ji bo wî hatine amadekirin bi bîr xistin û diyar kir, her cure agahî û dîmenên ti eleqeya min bi wan nîne xistine nav dosyeyê û ev rewşa han jî hewleke wisa ye ku ti tiştek ji dosyeya dozê neyê fêmkirin.

Demirtaş: Parastina min ne bendewariya edaletê ye, têkoşîna bo edaletê ye...

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin