Serok Barzanî: Dostaniya François Mitterrand nayê ji bîrkirin

Serok Barzanî: Dostaniya François Mitterrand nayê ji bîrkirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di dîdara bi Balyozê Fransa yê Iraqê de tekeziyê li ser gringiya pêşvebirina pêwendiyên dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê kir.

Serok Mesûd Barzanî, îro li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Fransa yê Iraqê Patrick Dorell kir.

Baregayê Serok Barzanî di derbarê dîdarê de ragihand ku di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî û Patrick Dorell bi awayekî berfireh rewşa siyasî û ewlehî ya Herêma Kurdistan, Iraq û Rojhilata Navîn nirxandine û li ser pêwîstiyên dabînkirina aramiyê danûstandinan kirine.

Di hevdîtinê de hem Serok Mesûd Barzanî û hem jî Balyozê Fransa yê Iraqê Patrick Dorell balê kêşan ser pêwendiyên dostane yên navbera Herêma Kurdistan û Fransayê û pêdiviya domandin û pêşvebirina van pêwendiyên dostane destnîşan kirin.

Herwiha Serok Barzanî, ji ber hevgirtina bi gelê Kurdistanê re spasiya Fransayê kir û da zanîn ku gelê Kurdistanê ti caran dostanî û hevgirtina Fransayê ji bîr nake.

Serok Barzanî got: "Fransa, di qonaxên dijwar de dilsoz û piştevanê gelê Kurdistanê bû. Helwesta Serokkomarê berê yê Fransayê François Mitterrand a di piştgirî û xwedîderketina li gelê Kurd a sala 1991ê û bizava wî ya ji bo derxistina biryara 688ê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û her wiha avakirina devereke tena ya parastina gelê Kurdistanê nayê ji bîrkirin."

Di hevdîtana ku pêvajoyaya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê jî hate nîqaşkirin de her du aliyan tekeziyê li ser bi şêwazeke pak û zelal birêvebirina vê pêvajoyê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin