PeyamaKurd - Li Bolîvyayê protestoyên li dijî seroka demkî Jeanina Anez, ku piştî îstîfaya Evo Morales dest bi kar kiribû, didomin.
Di xwepêşandanên dawî de li Bolîvyayê 2 kes ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Bi kuştinên dawî re hejmara qurbaniyaên piştî hilbijartina 20ê Cotmehê, bû 25.
Kesên dijî Anez protestoyan li dar dixin bi sloganan diyar dikin ku ew ‘nijadperest’ e, wê darbe kiriye û daxwaz dikin ku ew dest ji kar berde.
Di hilbijartina 20ê Cotmehê de Evo Morales bi ser ketibû, lê muxalefetê îdia kiribû ku wî sextekarî kiriye û dest bi protestoyan kiribûn. Piştî protestoyan, Morales bi zexta artêşê re îstifaya xwe ragihandibû û çûbû Meksîko.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin