Fermandarê Iraqî: 400 gund vala bûne, divê PKK ji navçeyên sînorî derkeve

Fermandarê Iraqî: 400 gund vala bûne, divê PKK ji navçeyên sînorî derkeve

PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Pasevanî yên Ser Sînorê Herêma Kurdistanê, ku ser bi Hikûmeta Iraqê ve ye, ragihand ku ji ber PKKê 400 gundên ser sînor li Herêma Kurdistanê vala bûne û pêwîst e PKK ji wan navçeyan derkeve ji ber ku ziyanê dighîne Herêma Kurdistanê.

Lîwa Şêrgo Zengene Fermandarê Hêzên Pasevanî yên Ser Sînorê Herêma Kurdistanê ji KDP.infoye re ragihandiye: “Tirkiye berdewam e li ser operasyonên xwe li dijî navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û em wek Hikûmeta Iraqê jî agahdar in ji wan êrîşan û em dizanin ku ziyan dighê navçeyê.”

Zengene wiha got: “Her ku ew navçe tê bombebarankirin ziyaneke mezin dighê zevî û baxên xelkê wan navçeyan û xelk koçber dibin. Lewma jî pêwîst e êdî xelk nebin qurbanî û nabe xelkên sivîl ên Herêma Kurdistanê bibin qurbanî û nabe rewş wiha berdewam be.”

Fermandar Zengene wiha pê de çû: “Eger PKK ji wan navçeyan dernekeve dê topbaran û bombebaran berdewam bin û pêwîst e PKK ji wan navçeyan derkeve. Heya niha 400 gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne ji ber PKKê. Çekdarên wê diçin nava gundan û Tirkiye jî li wan gundan dide û xelkê sivîl jî dibin qurbanî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin