PeyamaKurd- Li gorî rojnameya New York Timesê, Amerîka cebilxaneyên ku li Îsraîlê depokirî ne, ji bo li Rojhilata Navîn bi kar bînin, şandin Ukraynayê.
Li gorî nûçeya ku hat belavkirin, Amerîka cebilxaneyên ku li Îsraîlê depokirî ne, ji bo li Rojhilata Navîn bikar bînin, şandine Ukraynayê û Pentagon ji stoqên mezin ên cebilxane û çekên ku li Îsraîlê depo kiribû, ji ber ku şerê li Ukraynayê nêzî salek e dewam dike, sûd wergirtiye.
Hat diyarkirin ku rayedarên Îsraîlê, di destpêkê de fikarên xwe yên li ser şandina çekan aniye zimên û ev yek dê zirarê bide têkiliyên wî welatî û Rusyayê. Lê rayedarên Îsraîlî û Amerîkî ji dezgeha medyayê re piştrast kirin ku nîvê cebilxaneyên ku ji Ukraynayê re hatine şandin, ji Ewropayê re hatine şandin û dê di ser Polonyayê re werin şandin.
Amerîka, ji şerê Yom Kippur ê 1973yan bi vir ve çekan li Îsraîlê depo dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin