Demirtas: Sedema venemirandina agirê li Dêrsimê encama polîtîkaya fermî ye

Demirtas: Sedema venemirandina agirê li Dêrsimê encama polîtîkaya fermî ye

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, li ser agirê li darîstanên parêzgeha Dêrsimê diyar kir, şewata daristanan bi zanebûn hatiye destpêkirin û sedema ku nayên vemirandin ne kêmasiya teknîkî ye.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku niha di Girtîgeha Edirneyê ye, li ser agirê daristanên Dêrsimê yên 14 roj in berdewam e û “nayên vemirandin” peyamek parve kir.

Demirtaş di peyama xwe de destnîşan dike, sedema venemirandina agirê li Dêrsimê, ne kêmasiyên teknîkî ne û dibêje ev encama polîtîkaya fermî ye ku bi deh salan e bi zanebûn û fermi tên birêveçûn.

Demirtaş peyama xwe bi vî awayî rêz kir:

“Sedema venemirandina agirê li Dêrsimê ne kêmasiyên teknîkî ne. Piranî daristanên herêmê bi zanebûn tên şewitandin û rê nadin ku kes midexele jî bike. Ev encama polîtîkaya fermî ye ku deh salane bi zanebûn tên birêveçûn.

Vê rastiyê hemû kes dizane lê mixabin kes bi wêrekî nikare bîne ziman. Di 1938an de Dêrsim bi kîjan hincetê hate bombebaran kirin, îro daristan jî bi heman hincetê tên şewitandin.

Wek çawa dilêmin ligel Milas, Marmaris û Manavgatê bû, niha jî dilê min ligel Dêrsim, Elbak û Şemzînanê ye ku di karesatan de jî cûdakarî li wan tê kirin.

Em dê dawî li van polîtîkayên ku welat û gel cûda dikin bînin. Ji bo vê yekê jî divê hemû kesên ku demokrasî û aştiyê dixwazin dest bidin hev û bibin yek.

Manavgat çiqas ya me hemûyan be, Dêrsîm jî ya me hemûyan e. Heta em vê ferasetê li Tirkiyê cîbicî nekin, nikarin behsa wekheviyê, edaletê û aştiyê jî bikin.”

Selahattin Demirtaş sala 2016an li gel çendîn hevalên xwe bi hinceta propagandaya rêxistinê hat girtin û li girtîgeha tîpa F ya Edîrneyê hatiye zîndanîkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin