PeyamaKurd – Li bajarê herî girîng ê Bakurê Kurdistanê Diyarbekirê, hevrikiya partî û nemzedan bo hilbijartinên 14ê Gulanê dewam dike.
Li Diyarbekir ji bo parlamentoyê 12 parlamenter têne hilbijartin. Beriya niha hejmar 11 bû û di hilbijartinên 2018an de, 9 parlamenter ji HDPê re 2 jî ji AK Partiyê re çûbûn.
HDP ji ber doza girtinê, bi navê Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) dikeve hilbijartinan û dibêje, dengên AKPê kêm bûne li Diyarbekirê û ew dê 11 parlamenteran werbigirin.
Herwiha AKP jî dibêje, namzedên Yeşil Solê ne ji Diyarbekirê ne, loma ew dê herî kêm 6 parlamenteran werbigirin.
Li Diyarbekirê bangeşeyên hilbijartinê dewam dikin û gelek deverên bajêr bi al û sembolên partiyan hatine xemilandin ku dixwazin dengên 1 milyon û 200 hezar welatiyan bistînin.
Li Diyarbekirê di rêzên pêşî yên namzedan de, ji AKPê Galîp Ensarioglu, ji Yeşil Sol Partiyê Berdan Ozturk, ji CHPê Sezgîn Tanrikulu û ji IYI Parti jî Vejdin Ensarioglu hevrikiyê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin