PeyamaKurd- Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolin tê seredana herêma Kurdistanê. Li gor ragihandina BasNewsê bi îhtîmaleka mezin wê îşev bigihên balafirgeha Hewlêrê ya navdewletî. Pêşwaziya Vatîkanê wê di asta bilind de be.
Di bernameya seredanê de wê bi serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şîretkarê konseya asayîşê ya Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re hevdîtinan bike.
Pietro Parolin, berya seredana Kurdistanê bike bi 2 rojan, seredana Bexdayê kiribû û bi serokwezîrê Iraqê bi Hadî Abdulmehdî re hevdîtin kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin