Îro Salvegera Komkujiya Gelîyê Zîlanê ye: 15 Hezar Kurd hatin qetilkirin!

Îro Salvegera Komkujiya Gelîyê Zîlanê ye: 15 Hezar Kurd hatin qetilkirin!

PeyamaKurd - Di dema Serîhildana Agirîyê de, di roja 13yê Tîrmeha 1930yî de leşkerên dewleta Tirkîyeyê li Gelîyê Zîlanê bi ser gundên kurdan de girtin û jenosîdeke mezin pêk anî. 

JIN, ZAROK Û YEXTIYAR JÎ DIN NAV DE 15 HEZAR KURD HATIN QETILKIRIN

Jenosîd bi fermandarîyê Kolordîya Dewleta Tirkîyeyê General Salih Paşa yê hate li dar xistin.  Li gorî daneyên dewletê yên fermî herî kêm 15 hezar, li gorî çavkaniyên heremî 4-5 qat zêdetirê wê hêjmarê kurd di wê komkujiyê de tên qetilkirin ku di nav wan de gelek zarok, jin û yextiyar jî hebûn.

BI ROJAN LI DER Û DORA WAN CENAZEYAN NOBEDÊ DIGRIN KU TU KES NEÇE SER CENAZEYÊN XWE

Fermandarê komkujiyê Dervîş Beg ferman dide yên ku di bin cenazeyan de zindî mabin zarok be jî gerek yek bi yek bên kuştin. Bi rojan li der û dora wan cenazeyan nobetê digrin ku tu kes neçe ser wan cenazeyan û kesên ku bi awayek dibin cenazeyan de sax mabin wan jî bikujin. Yên ku birîndar bûne û yên ku di bin cenazeyan de gule rast li wan nehatiye û sax mane dema ku hewl didin birevin piraniyan wan tên kuştin. Lê kêm be jî piştî çend rojan yên kû ji bin cenazeyan zindî rizgar dibin jî hene. Ew jî bi salan ji dewletê direvin û xwe vedişêrin. Yên ku dikevin dest dewletê tên qetilkirin.

JI BO HOVÎTIYA XWE VEŞÊRIN HERÊM QEDEXE KIRIN

Ji bo komkujiyan wan bi hemû heqîqeta xwe neyê fêmkirin geliyê Zîlanê weke herêma qedexe îlan dikin. 20 sal tu kes nekare bikeve wê heremê û li hestiyên miriyê xwe xwedî derbikevin. Di sala 1950 de di serdema hikumeta Menderes de qedexe radibe. Lê dîsa jî nahêlin kurd herin di wan gundan de bi cih bibin.

GELIYÊ ZÎLAN KU DER E?

Geliyê Zîlanê 20 km li başûrê Erdîşa Wanê ye. Piraniya gundan li der û drorê çemê Zîlanê ne. Ew herêma xweş û rengîn a ku bi hezaran sal e cih û war e kurdan bû dikin wargeha koçberên afganî û tirkên kirgiz. Di sala 1980yî de dewleta tirk koçberên afganî û hinek tirkên kirgiz tîne di wan gundên kurdan de bi cih dike.

Bi minasebeta Salvegera Komkujiya Zîlanê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî peyamek weşand û diyar kir ku ew dê Geliyê Zîlanê ji bîr nekin: “89 sal derbas bû lê êşa me, birîna me hîn Zîlan e. Em Geliyê Zîlanê ji bîr nakin.”


Em wekî PeyamaKurd kiryarên Komkujiya Geliyê Zîlanê careke din bi tundî rûreş dikin û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîrtînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin