Milîseyên rejîma Sûriyê servanekî HSDê kustin, HSDê bersiv da...

Milîseyên rejîma Sûriyê servanekî HSDê kustin, HSDê bersiv da...

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku mîlîşeyên ser bi rêjîma Sûriyê ve şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarokê Til Rifatê kuştine.

Çavkaniyekê ji devera Şehbayê ji K24ê re ragihandiye, ji ber aloziyeke civakî duhî hejmarek ji çekdarên mîlîşeyên bi ser rêjîma Sûriyê de, şervanê HSDê Rênas Hemdoş kuştine.

Wê çavkaniyê daye zanîn, piştî bûyera kuştinê hêzên asayişê yên HSDê bersiv dane û şer di navbera wan de derketiye ku li gor zanyariyan di encamê de herî kêm 2 çekdarên ser bi rêjîmê ve hatine kuştin û hin malên çekdaran jî hatine şewitandin.

Bajarokê Til Rifatê 20 km li rojhilatê Efrînê ye û ji sala 2016an ve di destê HSDê de ye û hin baregehên rêjîma Sûriyê û mîlîşeyên ser bi wê ve jî li wir hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin