DYAyê li ser "Kenya"yê daxuyanî da

DYAyê li ser "Kenya"yê daxuyanî da

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ew serbilind in ku Kenya wekî "hevalbenda sereke ya ne-NATO" nas dikin û ev yek wê însiyatîfek nû ji têkiliyên Amerîka û Afrîkayê re bîne.

Joe Biden bi Serokê Kenya William Ruto re ku li Qesra Spî mazûvaniya wî kir, civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.

Biden di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku Amerîka wê Kongreyê agahdar bike ku Kenya wek "hevalbenda sereke ya ne-NATO" nas bike û ew bi avêtina vê pêngavê serbilind in.

Herwiha Biden diyar kir ku ji bo têkiliyên DYA-Kenya û DYA-Afrîqa ev xalek girîng e.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin