PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Beyrûta paytexta Lubnanê, di encama serdegirtina şaneke hucreyê ya ku tê îdiakirin aîdî DAIŞ'ê ye, ji aliyê milîsên Hizbullahê ve hat kirin, kesek hat kuştin û kesekî ku kembera teqemeniyê hilgirtibû jî birîndar bû.
Di nûçeyên medyaya Lubnanî de hat tomarkirin ku milîsên ser bi Tevgera Hizbullahê ji Sûriyê bi awayekî neqanûnî derbasî Lubnanê bûne û girtine ser mala welatiyekî Sûriyê yê ku li navçeya Silûm a Beyrûtê rûdine.
Hat diyarkirin, kesê di serdegirtinê de xwest bireve û tê îdiakirin endamê DAIŞê ye ji eywanê ket û jiyana xwe ji dest da.
Herwiha hat eşkerekirin, kesê hate diyarkirin demek beriya niha ji Sûriyeyê hatiye, amadekariya çalakiyê dikir û di serdegirtina malê de kesek hatiye girtin.
Rojnameya El Axbariyê ku bi nêzîkbûna xwe ya ji Hizbullahê re tê naskirin, derbarê bûyerê de diyar kir ku maleke hucreyê ya çekdarên DAIŞê ye û 5 endamên rêxistinê tê de hatine bicihkirin.
Hat diyarkirin, kesê ku di serdegirtinê de hatiye girtin "kembera teqemeniyê" hilgirtiye û di bûyerê de birîndar bûye.
Navçeya Sillumê ku bûyer lê qewimî, li herêma Dahiyeyê ye ku Hizbullah lê bi hêz e û piraniya xelkê wê Şîe lê dijîn.
Wezareta Karên Hundir a Lubnanê derbarê bûyerê de hîn ti daxuyanî nedaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin