PeyamaKurd – Encûmena Serbazî ya Til Temirê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, di encama êrîşa hêzên Sûriyê de, 2 şervanên Encûmenê şehîd bûne.
Li gor daxuyaniya Encûmena Serbazî ya Til Temirê: “Roja Sêşemê, derdora saet 3 û 30 xulek piştî nîvro, hêzên hikûmeta Sûriyê li gundê Gozeliyê êrîşî xaleke şervanên Encûmena Serbazî ya Til Temirê kirine.”
Herwiha Encûmena Serbazî destnîşan kir: “Di encama derketina şer û pevçûnan de, 2 şervanên Encûmenê şehîd bûne û şervanek jî birîndar bûye. 2 serbazên artêşa Sûriyê hatine kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin