Amerîka: Divê Almanya alîkariya Îranê neke

Amerîka: Divê Almanya alîkariya Îranê neke

PeyamaKurd- Balyozê Amerîka yê li Almanyayê Richard Grenell, gelek caran peyamên balkêş dide çapemeniyê. Berê Îran ragihandibû ku dixwaze 300 mîlyon euroyê xwe yê li Almanya bi balafirê bibe Îranê. Grenell, li bende ye ku Almanya vê daxwaza Îranê red bike.

Sedema ku Îran daxwaza birina pera ji Almanya dike, Îran ditirse ku Amerîka dorpêçê deyne ser pere wan. Almanya niha li ser daxwaza Îranê diaxife û li ser daxwaz Îranê lêkolînê dike. Perê Îranê li Hambûrgê di banka bazirganî ya Îran Awrûpa (Europaeisch-Iranische Handelsbank AG) de ye.

Di rojên pêşiya me de wê Almanya bersivekê bide Îranê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin