Tirkiye: Wexta dorpêça ser Venezuelayê ne rast e

Tirkiye: Wexta dorpêça ser Venezuelayê ne rast e

PeyamaKurd- Berdevkê wezareta karên derve yê Tirkiyê Hami Aksoy ragihand ku di demeka ku li Norweçê di navbera muxalefet û desthilatê de hevdîtin dewam dikin, rast nîne ku heyiyên Venezuelayê yên li Amerîkayê ji aliyê Amerîkayê de hatin cemidandin. Aksoy weha got:

“Li Venezuelayê di navbera temsîlkarên muxalefet û îqtîdarê de bi hêsankirina hukumeta Norweçê hevdîtinên ku li Barbadosê dewam dikin ku Tirkiye jî wan hevdîtinan destek dike, ne raste ku fermana serokatiyê ya Amerîkayê hat ragihandin.”

Aksoy got ku ferman dikare li xelkê Venezuelayê tade bike û hevdîtin ber bi rêyeka nexweş de here.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin