PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsveçê Ulf Kristersson ragihand ku Îsveç entegrasyona xwe ya NATOyê îro temam kiriye û di serê salê de, wê yekîneya leşkerî bişîne tabûra NATOyê ya Letonyayê. Yekîneya ku here, wê tê de 400-500 leşker, alava bi palet ya muxaberê CV 90 û wê tankên Leopardê hebin.
Kristersson ji bo çapemeniyê ragihand ku serokerkaniya Îsveçê û NATO bi hevre deklerasyonekî îmze kirine û ew pêvajoya ku di sala 2022an de ji bo endamtiya NATOyê dabûn destpêkirin, temam kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin