PeyamaKurd- Li bajarê Meletiyê li gundê Ardiziyê (Arslantepe) ku ketiya nav lîsteya mîrata demkî ya dinyayê ya UNESCO yê, di kolînên binê axê yên dîrokî de îskeletê zarokekî hat dîtin ku yê 5700 sal berê ye. Gundê Ardiziyê li Meletiya kevin (Battal Gazî)e û xebata wê derê ya arkeolojîk ji aliyê Zanko ya Îtalyayê ya bi navê Roma La Sapienza de têkirin.
Profesorê Zankoyê ya Roma La Sapienzayê Dr. Marcelle Frangipane serpereştiya xebatên wê derê dike û ragihand ku tîma wî li ser îskelet xebatê kirine û zarok texmînen li dora 6-7 sal temenê wî bûye.
Ji xwe di dewra Mîttaniyan de heya Meletiyê di destê wan de bûye û medeniyeta xwe li wê derê ava kirine. Mîttanî texmînen dîroka wan ji ew çend sal zêdetire û derbas dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin