PeyamaKurd – Hat zanîn, Cîgirên Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, wê serokatiya şanda PDKê bikin û Serokê YNKê Bafil Talebanî û Serokê Tîma YNKê di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Qubad Talebanî jî dê serokatiya şanda YNKê bikin.
Berdevkê YNKê Sedî Ehmed Pîre jî do di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû ku îro roja Sêşemê PDK û YNK li Pîrmamê dicivin.
Berdevkê YNKê di derbarê cşvînê de da zanîn, ew ê mijarên pêwendî bi arêşeyên navbera YNK û PDKê ve heye, pirsa hilbijartinan, dabînkirina mûçeyan û arêşe û pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di vê civînê de biaxivin.
Weke tê zanîn, civîna dawî ya PDK û YNKê roja 30ê Tîrmeha 2023ê li Silêmaniyê hatibû kirin.
Ev civîna PDK û YNKê civîna yekemîn e ku piştî kongreya pêncemîn ya YNKê û hilbijartinên civata serkirdetiya nû ya wê partiyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin