Batman | Cerdevanan li hev resand: 1 kustî, 2 birîndar

Batman | Cerdevanan li hev resand: 1 kustî, 2 birîndar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Hezo ya Batmanê, gundiyê cerdevaniyê dike Şakir Erîklî bi çeka lûle dirêj gule bera biraziyê xwe Veysî Erîklî da û aw kuşt. Herwiha wî cerdevanî du cerdevanên din jî birîndar kir.

Li gorî zanyariyan, li Qereqola Cendirmeyan a Dilşanê ya navçeya Hezoyê ya Batmanê, cerdevan Şakir Erîklî (33) bi çeka xwe ya lûle dirêj, ji ber sedemeke ne diyar, gule li 3 cerdevanên ku ligel wî di nobetê de bûn reşand.

Di bûyerê de biraziyê Erîklî Veysî Erîklî (22) hat kuştin û cerdevanên bi navê Yakûp Kiral û Orhan Avci jî birîndar bûn.

Cenazeyê Veysî Ereklî ji bo otopsiyê bo morgê hat veguhestin û her du cerdevanên birîndar jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Batmanê têne derman kirin.  

Piştî bûyerê cerdevan Şakîr Erîklî ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin