PeyamaKurd - Ji bo Cejna Qurbanê, Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) goştê qurbanê li 1000 malbatên feqîr û kêmdahat ên navçeya Piremegrun a Silêmaniyê belav kir.
Sirwe Salih, seroka ofîsa BCF a Silêmaniyê, diyar kir ku qurbanên ku doh hatine serjêkirin li 1000 malbatên feqîr û kêmdahat ên ku li du taxên mezin ên Piremegrun dijîn hatine belavkirin.
Salih herwiha destnîşan kir ku wan di çarçoveya projeyên alîkariya mirovî de 2000 pakêtên xwarinê dane welatiyên feqîr.