Berdevkê PDKê: PDK li ser vekirina rûpeleke nû bi hemû aliyan re kar dike

Berdevkê PDKê: PDK li ser vekirina rûpeleke nû bi hemû aliyan re kar dike

PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed da xuyakirin, PDK kar ji bo vekirina rûpeleke nû ligel hemû aliyên Herêma Kurdistanê dike.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed bi boneya 77emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), derbarê guhertinên piştî kongreya 14ê ya PDKê de ji K24ê re axivî û diyar kir, guhertinên di nava PDKê de bi taybetî derbarê berpirsên ofîsên parêzgehan de, li gorî rêzikname û biryarên kongreyê bûne.

Mehmud Mihemed destnîşan kir: “PDK wek partî û rêxistin, divê hemû cewhera navçeyî, bajarî, eşîrî derbas bike û li ser vê bingehê jî asayî ye kesekî ji Hewlêrê bibe berpirsê buroya rêxistinê li Silêmaniyê yan Duhokê.”

Li ser pêwendiyên ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de Mehmûd Mihemed got: “Em du partiyên hevrik in û di gelek mijaran de cudahî di navbera me û YNKê de heye. Di civînan de me gelek gotûbêj kir û behsa gelek pirsgirêkan kir. Ez bawer im ku ji bo ku nakokiyên xwe bi tevahî çareser bikin, pêdivî bi hevdîtinên zêdetir heye.”

Mihemed da zanîn: “Me bi dirêjî ligel YNKê li ser nirxandina rêkeftinên berê yên di navbera her du partiyan de û lêkolîna li ser sedemên cîbicînekirina wan rêkeftinan û rakirina wan sedeman yan gihîştina bi rêkeftineke nû, gotûbêj kirine.”

Berdevkê PDKê got: “Ti kêşeyên me li gel ti aliyekî nînin. Baweriya me bi bîr û ramanên cuda heye û divê meydaneke vekirî ji bo hevrikiyê di navbera aliyên siyasî de hebe, lê divê hevrikî û pêşbazî li ser bingehê xizmetkirina welatiyan û pêkanîna mafan be.”

Li ser îdiayên ku dibêjin PDK Silêmaniyê piştguh dike jî Mehmûd Mihemed da zanîn ku Silêmanî wek Hewlêr, Duhok, Xaneqîn û hemû navçeyên din beşeke girîng ji kar û xebata PDKê ye, PDKê ji bo destxistina mafên hemû gelê Kurdistanê li wan navçeyan xwîn û qurbanî dane.

Mehmûd Mihemed li ser pêwendiyên ligel hikûmeta Iraqê jî wiha axivî: “Pêwendiyên PDK bi Bexdayê re bi du awayan e, siyasî û îdarî. Ji aliyê siyasî ve, me li ser çawaniya birêvebirina Iraqê, ligel Çarçoveya Hevahengî û aliyên Sunne hevpeymaniyek çêkiriye, lê mixabin dema em digihin qonaxa cîbicîkirinê, em dibînin ku hinek piştguhkirinê di cîbicîkirina peymanan de dikin, hinek jî naxwazin wan bicih bînin û hinek jî hincetan digirin. Mijara bûdceyê, mijara herî girîng bû ku peyman lawaz kir. Dema me piştgiriya xwe ji bo Sûdanî diyar kir, li ser bingeha cîbicîkirina van peymanan bû.”

Herwiha Mehmûd Mihemed li ser vegera PDK bo Kerkûkê jî da zanîn, PDK dê vegere baregehên xwe yên li Kerkûkê, hinek baregeh şewitîne û hinek jî di destê hêzên Iraqî de ne, piştî ew baregeh vala bibin, ew dê vegerin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin