Berî êrîsa Rojava li Rihayê serdegirtina malan: 31 kes hatin binçavkirin

Berî êrîsa Rojava li Rihayê serdegirtina malan: 31 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Beriya êrîşa muhtemel a artêşa Tirkiyê û komên çekdarên alîgirên wê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, li bajarê bakurê Kurdistanê Rihayê pêleke binçavkirinan destpê kir û zêdetirî 31 rêveber û endamên HDPê û şaredariyan hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku îro di encama operasyonên serdegirtina malan de, li navçeyên Rihayê yên Bîrecîk, Xelfetî, Pirsûs (Sirûc), Serêkaniyê (Ceylanpinar), Siwêreg û Wêranşarê bi kêmanî 31 kes hatine binçavkirin.

Herwiha li navenda bajêr jî Hevseroka Şûbeya Egîtîm Senê ya Rihayê Leyla  Mûmîn, rêveberê SESê Hîkmet Evîn, Endamê Meclisa Ciwanan a HDPê Ferît Tamga û Songul Arpa, Serhat Ogur, Asîl Turk, Necmettîn Orak, Talîp Bozkaya, Zubeyde Duvar, Tugba Başkale, Muzaffer Çakmak, Omer Bozdal û Ozgurcan Altingul, Sevgîl Bultur, Bişar Tuysuz û xwendekarê zanîngeha Harranê Onur Atli hatin binçavkirin.

Kesên li navçeyan hatine binçavkirin ku navên wan diyar bûne ev in:

Bîrecîk: Endamê Meclisa Şaredariyê Halîl Sarikaya û nexweşê pençeşêrê Mahmût Korkmazer.

Xelfetî: Hevserokê Navçeyê ya HDP’ê Abdurrahman Çîftçî, endama Meclisa Şaredariyê Naîme Bayram.

Pirsûs: Ahmet Yenilmez, Mehmet Tugalan, Mustafa Gunduzalp, V.A û M.G.

Wêranşar: Kemal Kudîn, Burhan Goren, Fatma Sîlgir.

Serêkaniyê: Fatma Aslan, Şeyhmus Dagtekîn.

Siwereg: Mehmet Kultur. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin