Berpirsê Hesda Sebî li Kerkûkê hat kustin

Berpirsê Hesda Sebî li Kerkûkê hat kustin

PeyamaKurd - Rêveberê binkeya asayîşa Kurdistanê li Kerkûkê eqîd Ferhad Fazil ragihand ku, berpirsê ewlehiya çekdarên Esaib Ehilulheq Ebdulzehre Celîl ku, ser bi milîsên Heşda Şeibî ve ne ji aliyê hejmarek çekdar ve hat kuştin.


Li gor daxuyaniya ku Ferhad Fazil ji BasNewsê re ragihandiye, ew berpirsê Heşda Şeibî duh bi şev demjimêr 12:15 li taxa Dûrsek li nava Kerkûkê hat kuştin û got ku, rewşa ewlehiyê li Kerkûkê pir aloz û xirabe.


Piştî bûyerên 16ê Cotmehê rewşa ewlehiya bajarê Kerkûkê û hemû navçeyên derveyî idareya herêma Kurdistanê pir xerabûye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin