Kerkûkî: "Bo arambûna Kerkûkê divê Hesda Sebî bajêr biterikîne"

Kerkûkî: "Bo arambûna Kerkûkê divê Hesda Sebî bajêr biterikîne"

PeyamaKurd - Fermandeyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yê mihwerê rojavayê Kerkûk- Pirdê Kemal Kerkûkî ragihand ku, pêwîst e Heşda Şebî li Kerkûkê ji nav bajêr derkeve, ji ber ku piraniya çekdarên DAIŞê li Kerkûkê tevlî Heşda Şebiyê bûn.

Fermandeyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yê mihwerê rojavayê Kerkûk- Pirdê Kemal Kerkûkî ji BasNewsê re ragihand, ku ew kesên hinceta ji rewşa Kerkûkê re dibînin xwe riswa kirin, hewce nake em navê wan bibêjin, ji ber ku rewşa Kerkûkê li ber çav e.

Kerkûkî eşkere kir, ku piraniya çekdarên DAIŞê li Kerkûkê tevlî milîsên Heşda Şebî bûn, wek mînak jî berpirsê niha yê asayîşa Kerkûkê berî niha pileyeke eskerî ya mezin li bajarokê Zab li nav DAIŞê de hebû, bi vê yekê DAIŞ û Heşda Şebî tevilhev bûn. Lewma rewşa Kerkûkê ne arame û pêwîste asayî be û divê ew hêz ji Kerkûkê derkevin.

Kemal Kerkûkî amaje bi wê yekê kir ku, ew bûyerên rojane li Kerkûk, Daqoq, Xurmatû û Hiwêce pêktên bersiva wan kesên ku, dixwezin destê xwe yê pîs bi xelkê din baqij bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin