PeyamaKurd – Li Kurdistanê koçer di serê de nîsanê de destpêdikin û ber bi zozanan de diçin. Lê îsal li gelek deverên Kurdistanê yên zozanî bi taybetî li aliyê Serhedê û Şirnex heya Hekkariya berf dereng dihele lê ji niha de koçer terş û tareşên xwe derdixin zozana. Yek ji wan bajaran bajarê Şirnexe û navçên wê ne. Rêvebirê Beytuşebabê yê Çandiniyê û Daristanê Salih Aktaş di mijara xwedîkirina terş û tareşên xelkê ya li zozanan weha gotiye:
“Em ê îsal 500 hezar heywanên biçûk, 70 hezar kewarên mêşên hingiv û xwedîkêrên wan li zozanan bikin mêvan. Wê koçeka zêde li navça me çêbibe. Em amade ne û em bi hemû xabatkarên xwe ve di xizmeta xelkê xwe de ne.”
Li navça Beytuşebabê ji niha de koçer pezên xwe derxistin zozana. Wê li dora 5 mehan li zozanan bimînin. Koçerên din yên li Şirnex, Mêrdîn, Batman, Bedlîs û ji Diyarbekirê xwe amade dikin da herin zozanên Fereşînê û zozanên din. Bilindahiya zozanê Fereşînê ji deryayê li dora 3 hezar metreyî bilinde.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin