Wê tenê 3 kes karibin li teksiyekî siwar bibin

Wê tenê 3 kes karibin li teksiyekî siwar bibin

PeyamaKurd- Wezareta karên hundir ya Tirkiyê bo teksiyên tîcarî fermannameyekî bo temamê 81 parêzgehan şand û tedbîrên bo berlêgirtina Kovid-19 ê tê de hatin aşkerakirin. Ji wan tedbîran hinek ji wan evin:

-Wê ji 3 kesan zêdetir rêwî li teksiyekî siwar nebin.

-Ajotvan û rêwî wê maske deynin ber devê xwe.

-Wê teksî û rawestgeha wan her heftê carekî bê dezefenktekirin. Wê ev bi belgeyê bê tesbîtkirin.

- Wê di teksiyan de kolonya 80 derece bi alkol û maddeyên din yên paqijiyê hebin.

- Piştî her muşterî hat birin bo ciyê wî, wê erebe bê hawadarkirin, ciyên erebê ku muşterî destê xwe pê dide, weka derî, bişkoja camvekirinê, çembilê deriyan û hwd.bê dezefenktekirin.

-Eger ajotvan karibe, wê kartên muşteriyan yên bê temas bikarbîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin