PeyamaKurd – Cîgirê serokê parlementoya Iraqê Beşîr Hedad li ser êrîş û şewitandina baregeha PDK ê ya li Bexda û şewitandina ala Kurdistanê got ku divê ew kesên sivikatî bi ala Kurdistanê kirine bên girtin. Dr. Beşîr Hedad ragihand ku divê li Iraqê herkes bixebite bo aramkirina rewşê, ne êrîşkirina ser baregehên partî û şewitandina wan.
Dr. Beşîr Hedad li ser şewitandina ala Kurdistanê bi tundî rexne kir û got; ala Kurdistanê ya Herêmeka federal ya destûriyê û remza pîroz a xelkekiye, ne ya partiyekiye. Hedad ji hukumeta Iraqê û encumena bilind ya dadwerî ya federal daxwaz dike ku lêkolînê li ser vê bûyerê bike û bêdengiya hêzên asayîşa Iraqê vekole.
Cîgirê Serokê Parlementoyê Beşîr Hedad dixwaze ew kesên kiryarê kirine bên girtin, wan derxin dadgehê û tevahiya aliyên siyasî tevî fraksiyonên civata nûneran yên Iraqê helwesta xwe nîşan bidin.
Vê sibe berya nîvro siet li dora 11.00 an endam û terefdarên Haşdî Şabî êrîşî baregeha Leqa 5 an a PDK ê li Bexdayê kirin û baregehê û Ala Kurdistanê ya li ber avahiyê jî şewitandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin