PeyamaKurd - Berdevkê Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê Îbrahîm Zulfîqarî daxuyaniya Donald Trump a ku dibêje "danûstandin di rê de ne" red kir. Rêveberiya Tehranê tekez kir ku tu rêkeftin bi Amerîkayê re nayê çêkirin.
Di demekê de ku aloziyên dîplomatîk ên di navbera Îran û Amerîkayê de dîsa zêde dibin, bersiveke tund ji Tehranê ji Washingtonê re hat.
Albay Îbrahîm Zulfîqarî, berdevkê Baregeha Navendî ya Xetam el-Enbiya ya Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê, daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser danûstandinên bi Îranê re bi tundî red kir.
Zulfîqarî di axaftina xwe ya bi televîzyona dewletê ya Îranê re, bang li rêveberiya Washingtonê kir û got, "Şikestina xwe wekî rêkeftin bi nav nekin.
Dawiya sozên we hatiye."
Zulfîqarî tekez kir ku helwesta Îranê ji destpêkê ve zelal bûye û got, "Yên mîna me ne niha ne jî di pêşerojê de bi yên mîna we re peymanan nakin."