PeyamaKurd - Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş bersivek tund da angaştên ku di navbera CHP û DEM Partiyê de li ser Stenbolê protokolek hatiye îmzekirin.
Li ser medyaya civakî metneke protokolê ya ji 22 xalan pêk tê û tê de tê angaştin ku ew protokola CHP û DEM Partiyê ya ku di 19ê Sebatê de ji bo hilbijartinên Stenbolê hatiye îmzekirin, hate belavkirin.
Piştî vê geşedanê Namzeda DEM Partiyê ya şaredariya Stenbolê Meral Daniş Beştaş li ser rûpela xwe ya Xê bertekek tund nîşan da û got: 'Kaxeza jêrîn a ku ji aliyê hinan ve hatiye belavkirin ji binî derew e. Îmze jî li îmzeya min baş nehatiye şibandin. Yên ku ev sextekarî kirine divê di zûtirîn demê de bên aşkerekirin. Em ê dest ji şopandina sextekar û derewkaran bernedin.
Di metna vê protokola gumanbar de tê gotin ku DEM Partî wê li Stenbolê namzetan destnîşan bike lê belê wê namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepni di kampanyaya hilbijartinê de pasîf bimînin.
Piştî nivîsa ku li ser medyaya civakî belav bû
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin