PeyamaKurd – Îro bi dronekê êrîşî Şingalê hat kirin û hata niha ti agahî derbarê zerarên êrîşê de nehatine zanîn.
Li gor zanyariyan, îro Sêşemê 23ê Gulana 2023an serê sibê dronekê Herêma Barê ya ser bi qezaya Şingalê ve bombebaran kir.
Herwiha di êrîşa îro de avahiyek hatiye hedefgirtin.
Medyaya nêzîkî PKKê jî daye zanîn, droneke Tirkiyê malek li gundê Xelef ê ser bi Herêma Barê ya Şingalê ve bombebaran kiriye.
Derbarê zirarên êrîşê de hê ti agahî nehatine bidestxistin û Tirkiyê jî têkildarî êrîşê ti daxuyanî nedaye.
Herwiha rayedarên xwecihî yên Şingalê û hikûmeta Iraqê jî derbarê êrîşa îro de hê ti helwest nîşan nedane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin