Bi motorsiklêtan êrîs kirin: Piranî jin 35 sivîl hatin kustin

Bi motorsiklêtan êrîs kirin: Piranî jin 35 sivîl hatin kustin

PeyamaKurd  - Hat ragihandin ku li welatê Bûrkîna Faso yê rojhilatê Afrîkayê, li dijî baregeheke leşkerî êrîşek pêk hat û di encama wê êrîşê de 35 sivîlan can da.

Artêşa Bûrkîna Fasoyê ya rojhilatê Afrîkayê ragihand ku komeke mezin a terorîstan êrîşî baregeheke leşkerî û sivîlan li bajarê Arpenda kir.

Di encama êrîşa ku 35 sivîlên piraniya wan jin hatine kuştin de, herwiha 7 leşkerên Bûrkîna Fasoyê û 80 jî terorîst hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku êrîş ji aliyê bi dehan terorîstên li ser motorsîklêtan pêk hatiye û çend seatan dewam kiriye ku heta niha ti aliyan berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Serokkomarê Bûrkîna Fasoyê Roch Marc Christian Kabore, ragihand ku ji ber bûyerê şîna neteweyî 48 seatan hatiye ragihandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin