PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê xortê bi navê Ali Badıllı ku bi hezkiroxa xwe re munaqeşe kir, bi demançê li hezkiroxa xwe xist lê hevala wî ya bi navê Semra Mutlukaya (33) ku ket navbera wan, bi şaşî li hevala xwe Mine Mutlukaya xist. Gule li serê wê ket û giran birîndar bû.
Ali Badıllı piştî bûyerê bi heman çekê xwe kuşt. Ali Badıllı karê emlake dikir. Piştî bûyerê hezkiroxa wî Mine Ö. xwe wenda kir.
Rûdan di şevê de li taxa Doğukentê qewimî. Ali Badıllı (45) zewicandî û xwediyê zarokekî bû.
Sedema munaqeşeya wan nehat zanîn. Lê birîndar Semra Mutlukaya birin nexweşxana Mehmet Akif İnan ya Perwerdê û Lêkolînê ya Rihayê.
Polîs ketiye pey Mine Ö. da wê bigrin û îfadê wê bistînin.