Bi sedema elektrîkê pê girt wefat kir

Bi sedema elektrîkê pê girt wefat kir

PeyamaKurd- Li navçeya Kercewsê ya bi ser Batmanê ve, li taxa Yeşilyûrdê du kesên bi navên Abdulkadir Altunk (49) û Veysi Ayata (35) di înşaatekî de xwestin îskeleyê deynin lê bi têla elektrîkê re temas kirin û elektrîk li wan xist. Her du mirov birîndar bûn.

Li ser bûyerê xelkê dîdar xeberê dan tîmên tenduristiyê yên 112 an û tîmên tenduristiyê wan bir nexweşxane ya dewletê ya Kercewsê. Abdulkadir Altunok li nexweşxanê can da lê halê Veysi Ayata başe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin