PeyamaKurd – Encûmena Wezîran, rizamendî nîşan da li ser bilindkirina wan efserên ku navên wan ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve hatibûn destnîşankirin.
Li gor Cîgirê Supasalarê Hêza Pêşmerge Lîwa Nasil Mihemed ji K24ê re da zanîn: “Diviyabû ev efser pileyên wan di sala 2017an de bihata bilindkirin, lê ji ber rewşa ne li bar û qeyrana darayî bi paş ket. Niha wek Wezareta Pêşmerge, ligel Serokatiya Encûmena Wezîran me biryar da, bilindkirina pileyên efseran biçe warê cîbicîkirinê.”
Lîwa Nasil Mihemed diyar kir: “Serokê Hikûmetê di vê derbarê de bi xwe li ser xetê bû û piştî ku lîsta navên efseran ji serokatiya Encûmena Wezîran re hat şandin, bilindkirina pileyên wan efseran kete ware cibicîkirinê.”
Cîgirê Supasalarê Hêza Pêşmerge destnîşan kir: “Lîsteya bilindkirina pileyên efseran ên salên 2018, 2019 û 2020an jî hatine amadekirin. Wê lîsteyê dişînin Encûmena Wezîran û ji wir ve jî ji bo were pesendkirina, ji bo Parlamentoya Kurdistanê tê şandin.”
Herwiha derbarê cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge de Lîwa Basil Mihemed eşkere kir: “5 komîteyên sereke bi serokatiya Wezîrê Pêşmerge hatine avakirin, wan komîteyan jî dest bi karên xwe kirine.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin