PKK dev ji çekê berde dibe ku pêvajoyeke nû dest pê bike

PKK dev ji çekê berde dibe ku pêvajoyeke nû dest pê bike

PeyamaKurd – Parlamanterê AK Partiyê li Diyarbakırê Galip Ensarioglu, diyar kir ku heke PKK dev ji çalakiyên çekdarî berde mumkin e pêvajoyeke weke "Pêvajoya Çareseriyê” ji nû ve bête honandin.

Ensarioglu, di daxuyaniya xwe ya ji Kurdistan24ê re de wiha ragihand; “Gelo pêcajoyeke nû mumkin e? Eger PKK dev ji çekê berde û berpirsiyariya xwe pêk bîne her tişt ji nû ve dikare bê honandin."

Ensarioglu diyar kir ku di têkoşîna bi PKKê re de mesafeyek hatiye standin, li herêmê di warê ewlehî û aramiyê de merheleyek muhîm hatiye bidestxistin û rewşa heyî wiha ifade kir: “Emê li ser bixebitin ku aramiya me li herêmê bi dest xist mayinde be. Li herêmê pêvajoyeke ku bi bûyerên xendeqan dest pê kir û bû sedemê rûxandineke mezin qewimî, birînên vê karesatê bi awayekî bilez têne dermankirin. Ji Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Hezex, Diyarbekir, Sûr û heta Silîvanê çi devera pevçûn lê pêkhatî dê ji berê baştir were emilandin.  Li herêmê aramî heye. Hikûmeta me ji bo zêdekirina îstixdam û pêşbirina pîşesaziyê bi şiklekî rasteqîn dixebite. Bi taybetî di nava salek du salan de bi xelaskirina GAPê dê li gelek herêman geşahiyek girîng pêk were."
 
"Pirsgirêkên ligel Kurdistanê li paş man"

Ensarioglu, der heqê pêvajoya referandûmê û têkiliyên Hewlêr-Enqereyê de wiha got: "Pirsgirêkên di sala dawî de pêk hatin divête bên çareserkirin. Ev yek hem ji bona Tirkiye hem jî ji bona herêma ma dibe sedemê diltengiyê. Birêvebirina vê yekê ne pêkan e. Ji ber vê yekê divê em têkiliyên xwe zêdetir bikin. Em bi rewşa heyî ne dilxweş in; divê em elaqatên xwe derxînin asteke bilindtir.Ji bo çareserkirina diltengiyan divê têkiliyên me xurtir bibin."

"Bi vebûna balafirgehan wê têkiliyên me pêşve herin" 

Di heqê destpêkirina firînên navdewletî bo Kurdistanê jî Ensarîoğlu wiha domand:
"Bi destpêkirina firînan wê têkiliyên Tirkiye û Kurdistanê derkeve asteke bilindtir.
Ligel Kurdistanê tifaqeke me yî rasteqîn heye û berjewendiyên me yî hevpar divê zêdetir bibin. Ev yek hem li mesleheta Tirkiye hem ya Kurdistanê û hem jî ya Iraqê ye."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin