Rejima Îranê dûbare kir: MOSSADê li Hewlêrê civîn pêk anî!

Rejima Îranê dûbare kir: MOSSADê li Hewlêrê civîn pêk anî!

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya rejîma Îranê Nasir Kenanî şerm nekir û got: “Pêwendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re di hemû waran de baş in.”

Ev axaftina Kenanî, pişti êrîşa 11 mûşeken balîstîkî ya pasdarên rejîmê ya li dijî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ku di encamê de 2 jê zarok 4 sivînan can dan û 6 jî birîndar bûn hat.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya rûtîn de Berdevkê wezaretê Nasir Kenanî angaşt ku Herêma Kurdistanê heta niha ji bo Îranê bûye çavkaniya metirsiyê û domand:

“Mixabin ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tim gef li ewlehiya neteweyî û welatiyên Komara Îslamî ya Îranê hatiye xwarin. Îran nikare li hemberî ewlehiya xwe ya neteweyî û xelkê xwe xemsariyê bike. Ev xeta me ya sor e.”

Nasir Kenanî bêyî ku şerm bike got ku "Ev êriş nayê wateya binpêkirina serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê" û domand: "Lê belê ji bo parastina ewlehiya Îranê hatiye kirin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya rejîma Îranê herwiha angaşt ku armanca vê êrişê dezgeha sîxuriyê ya Îsraîlê MOSSAD bûye û got:

“Civîna MOSSADê ya li Hewlêrê nayê qebûlkirin. Em pabend in ku divê serweriya Îraqê were parastin, lê belê em ê bi berdewamî ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê biparêzin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin