PeyamaKurd - Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Sûrîyê James Jeffrey da xuyakirin ku rêxistina terorîst DAIŞ li Îraq û Sûrîyê jinûve serî hildide.
Jeffrey di telekonferansekê de got, li gor agahîyên dawî hejmara terorîstên DAIŞê ji 14 hezaran heta 18 hezar çekdaran e.
Jefrrey diyar kir, “Di meha Cotmehê de ji ber operasyona Tirkîyê me navber dabû operasyona dijî DAIŞê lê me bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re careke din dest xebatan kir.”
Jefrrey da zanîn ku Artêşa Sûrîyê û balafirên Rûs di sê rojên dawî de 200 êrîşên esmanî birine ser Idlibê.
Nûnerên Amerîkî got ku 700,000 kesên ji Idlibê derketine ber bi sînorê Tirkîyê ve diçin û destnîşan kir, “Ew rewş dikare bibe sedema kêşeyeke navneteweyî.”
Jeffrey da zanîn ku Amerîka niha mudaxeleyekê bo Idlibê nafikire û bi bîr xist, heger Serokê Sûrîyê Beşar Esad li wê herêmê çekên kîmyayî bikar bîne ewê hemî rêyên din jî bifikirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin