PeyamaKurd – Çekdarên bi ser Tirkiyê ve ku bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dagir kirine, li gundekî malên xelkê şêlandin û per û tapoyên xaniyên wan jî dizîn.
Li gorî jêderên xwecihî, doh 3yê Adarê komek çekdarên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê li gundê El Hemamat yê Serêkaniyê bi ser 3 malên xelkê de girtin û şêlandin.
Çekdaran piştî şêlandina xaniyan, 50 hezar lîreyên Sûrî yên zilamekî û tapoyên xaniyên wan jî dizîn û bi xwe re birin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin