Serok Barzanî 251 pirtûk da Pirtûkxaneya Zanîngeha Helebceyê

Serok Barzanî 251 pirtûk da Pirtûkxaneya Zanîngeha Helebceyê

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî 251 pirtûkan da Pirtûkxaneya Zanîngeha Helepçe ku piraniya wan di gelek mijaran de çavkanîne. Li gor ragihandina KDP.info yê; serok Barzanî di rêya nûnerê PDK ê yê li Helebçe Besam Elî de şand. Besam Elî bo KDP.info yê weha ragihand:

“Ew pirtûk di gelek waran de çavkanî ne û xwendekar dikarin sûdê jê bibînin. Ev çendîn care ku serok Barzanî pirtûkan dide Zanîngeha Helebceyê. Serok Barzanî hewleke mezin da ji bo ku Helebce bibe parêzgeh û ji bo avakirina zanîngeha Helebce û berdewam daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê dike ku tişta baş a ji destê wî bê, bo Helebce bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin