PeyamaKurd – Hêza dijeterorê ya Iraqê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî îro duşemê li parêzghên Diyala û Selahedîn ên Iraqê li dijî DAIŞê operasyonek da destpêkirin.
Hat ragihandin ku di encama operasyonê da 15 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û 9 jî hatine desteserkirin.
Berdevkê Rêveberiya Polîsê Diyalayê Elî Heyder ragihand ku îro dûşemê hêzên dijeteror a Iraqê bi hevkariya firokeyên hevpeymanan bi rêya daxistina endamên hêzên dije terrorê li Diyala û Selaheddînê hêzên 15 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û 9 jî hatine desteser bikin.”
Elî Heyder da zanîn ku hêzên wan beriya encamdana operasyonê zanyariyên baş derbarê xalên operasyonê da berhevkiribûn û ligor wan zanyariyan operasyon encam dan.
Elî Heyder got, di encama operasyonê da çend kogehên (ambar) çek û teqemeniyan yê rêxistina terorîst jî hatine jinavbirin û berpirsên çend kiryarên terorîstî li Diyala û Selaheddînê di encama wê operasyonê da hatine kuştin û desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin