Serhed Varto û 4 PKKyiyan canê xwe ji dest dan

Serhed Varto û 4 PKKyiyan canê xwe ji dest dan

PeyamaKurd - PKKê ragihand, ku Endamê Peywendiyên Derve yê KCKê Serhed Varto Canê di encama êrîşeke Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye.

Komîteya Piştevaniya li Malbatên Şehîdan a ser bi PKKê ve di daxuyaniyekê de ragihand, Serhed Varto li herêma Parastina Medya tevî 4 gerîlayê din canê xwe ji dest daye.

Medyaya nêzîkî PKKê nasnameya 4 gerîlayên din jî aşkere kiriye û ragihandiye, Sînanê Sor (Ali Aktaş), Navdar Singer (Mîkail Ozdemir), Serhed Şefek (Vehîp Tekîn) û Şiyar Ferşîn (Celal Ozturk) di heman êrîşê de, tevî Serhed Varto canê xwe ji dest dane.

Komîteyê ragihand, peyamek ji malbata Serhed Varto (Emrullah Dursun) û malbatên her 4 gerîlayên din ên PKKê re şandiye û ragihandiye, her pênc kes di bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

Komîteyê 14ê Tîrmehê bi sernavê "Ji malbatên hêja yên Aktaş, Ozturk, Dûrsûn, Ozdemîr û Tekîn re" peyamek weşand. Peyam wiha ye:

“Herî dawî 21ê Adara 2019an ji ber êrîşa hewayî ya dewleta TC a dagirker mêtinger, hevrêyên me Alî Aktaş bi nasnav Sînanê Sor, Emrûllah Dûrsûn bi nasnav Serhat Amanos, Mîkaîl Ozdemîr bi nasnav Navdar Sinegir, Vehîp Tekîn bi nasnav Serhat Şafak û Celal Ozturk bi nasnav Şiyar Faraşîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin