PeyamaKurd - Brîtanya ji plana Tirkiyê ya operasyona leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ew piştevaniyê li operasyona Tirkiyê nakin û ji ber encamdana operasyona muhtemel gelekî bi fikar in.
Berdevkê Serokwezîrê Brîtanyayê bi navê Serokwezîr Borîs Johnson ragihand, London bi berdewamî bi Tirkiyê zelal bû, ku operasyoneke tekalî li navçeyê bike, dê îstiqrara herêmê û rewşê tevlîhev bike û kedên ji bo jinavbirina DAIŞê têk bide.
Derbarê daxuyaniyên Serokê Amerîka Donald Trump de jî got, tevgera hêzên Amerîka li Sûriyê, pirseke girêdayî Amerîka ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin