Li Mûsilê hêza 'Hesda Sûnî' hat avakirin

Li Mûsilê hêza 'Hesda Sûnî' hat avakirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Mûsilê hêzeke bi navê Heşda Sûnî hatiye avakirin ku tenê ji sûnîyên deverê pêk tê.

Fermandarê Heşda Şeibî Tahir Ebu Alî piştrast kir ku Heşda Sûnî girêdayî Heşda Şeibî ye. Berpirsê PDKê li parêzgeha Mûsilê Seîd Memozînî jî ragihand ku li Mûsilê ne tenê hêzek gelek hêzên komên çekdar hene.

Fermandarê Heşda Şeibî diyar kir, “Pêwîstî pê hebû ku li herêmên Sûnî lê zêde ne, hêzeke ji Sûniyan pêk tê were avakirin. Ji ber vê pêwîstiyê hat avakirin. Me ne tenê li Mûsilê gelek deverên din ên wekî Kerkûk, Tikrît û Diyalayê jî hêzên Heşda Sunî ava kir.”

Berpirsê PDKê Memozînî jî bal kişand ser ku ji aliyê Heşda Şeibî ve li Mûsilê hêzên Heşda Şebek û Heşda Sûnî hatine avakirin ku hemû pêwîstiyên wan hêzan ji aliyê artêşa Iraqê ve têne dabînkirin. Memozînî got, li Mûsilê pirsgirêka asayîşê heye û hîn metirsiya DAIŞê jî berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin